Kurdistan24
Nivîskar
Yekîtiya Ewropayê ji bo penaberan dicive
Wezîrên navxwe yên welatên Yekîtiya Ewropayê di navîna Îlona bê de, bo çareserkirina krîza hatina penaberan dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrên navxwe yên welatên Yekîtiya Ewropayê di navîna Îlona bê de, bo çareserkirina krîza hatina penaberan dicivin.
Hikûmeta Luxembourgê ya di vê xulê de serokatiya YEyê dike duh, 30 Tebaxê, ragehand ku wezîrên welatên YEyê di 14 Îlona bê de, dê bo nirxandina rewşa li ser erdê û dîtina çareseriyekê ji krîza penaxwazan re, li Brukselê bicivin.
Bi hezaran penaxwaz bi riyên dijwar di Yonanê re derbasî Ewripayê dibin. Lê hin welatên mîna Makedonia û Hungarian ku nerazîbûna xwe derbarê vê “Bahoza Penaxwazan” nîşan dabûn, rewşa awerte ragehandibûn û dîwaran li pêş penaxwazan ava kiribûn.
Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi 29 Tebaxê gotibû ku welatê wî dê bihêle standina mafê penabertiyê serek be.
Ji aliyekî din ve, serokwezîrê Fransî Manuel Valls rexne li welatên ku îşkence û çewsandina penaxwazan dike, kir. Û got: “Ewên ji ber şer û îşkenceyan direvin, divê bi awayekî baş bêne pêşwazîkirin û dermankirin.”