Kurdistan24
Nivîskar
Tirkiyê “42 hezar” penaber ji mirinê rizgar kirine
Polîsên qeraxên Tirkiyê ragehandin ku, ji destpêka îsal ve 42 hezar 126 penaber ji xeniqandinê rizgar kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîsên qeraxên Tirkiyê ragehandin ku, ji destpêka îsal ve 42 hezar 126 penaber ji xeniqandinê rizgar kirine.
Walîtiya Izmîrê duh, 31 Tebaxê, ragehand ku polîsên qeraxên Tirkiyê 58 operesyonên hawarkirinê di deryaya Îce de kirine. Ji 28 Tebaxê ve jî 2 hezar 164 penaber ji xeniqandinê rizgar kirine.
Herwiha daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku ji 28 Tebaxê de polîsan 3 qaçaxçiyên penaberan girtine.
Li gor daxuyaniya walîtiya Izmîrê, ji destpêka îsal ve li qeraxên Tirkiyê yên rojava 42 hezar û 126 penaber ji mirinê rizgar kirine û 54 qaçaxçiyên mirovan girtine.
Tê zanîn ku dora 1.8 milyon penaberên Sûrî li Tirkiyê dimînin, ji ber aloziya jiyana penabertiyê û kêmbûna alîkariyên mirovî, piraniya wan berê xwe didin Ewropayê.