Evîn Şikakî
Reporter
Qonaxên çareserkirina krîza Sûriyê eşkere dibin
cîbecîkirina daxuyaniya Ceneve-1, her sê qonax jî ji danûstandinan dê destpêbikin
K24- Navenda Nûçeyan
Nûnerê Neweyên Yekbûyî yê taybet li Sûriyê, Staffan de Mistura, plana xwe ya çareserkirina wî welatî eşkere kir, dê li ser sê qonaxan jî were cîbicîkirin.
Naveroka plana De Mistura ji sê qonax û du belgeyên bingehîn pêktê ku îro, 1ê Îlonê, di rojnameya el-Heyat a Londonî de belavbûye, belgeya yekemîn damezrandina her çar grûpên kar û erkên wan e, a duyem jî awayên cîbecîkirina daxuyaniya Ceneve-1, her sê qonax jî ji danûstandinan dê destpêbikin.
Di qonaxa yekemîn a belgeya çareseriyê de hatiye ku, pêwîste rêkeftineke navxweyî çêbibe û bi alîkariya aliyên şer agirbestek were ragehandin, herwiha encamdana çaksaziyan di dezgehên ewlehiyê de het ku bigehin pêkanîna hikûmeta veguhêz.
Qonaxa duyemîn jî qonaxa veguhêstinê ye, têde damezrandina hikûmeteke veguhêz bi destilatên riha di karûbarên leşkerî û ewlehî de, ew hikûmet dê çavdêriya Encûmena Leşkerî ya hevbeş bike.
Li gor belgeyê her du aliyên kirîzê li ser lîsteyekî rêkeftine û tê de navên 120 berpirs li xwe digre ku nabe ew berpirsên ku ti postan di qonaxa veguhêz de bidest bixin.
Qonaxa dawiyê jî qonaxa Dewleta Sûrî û hilbijartinê ye, ku di wê qonaxê de bi serpirştiya Neteweyên Yekbûyî dê amadekarî bo hilbijaritnê serokatî û parlementoyê werin kirin.
Di belgeya De Mistura de behsa çarenivîsa serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed nehatiye kirin.
De Mistura di belgeya xwe de tekez li ser pêbendiya aliyan bi parastina dezgehên dewleta Sûriyê kiriye.
Plana De Mistura dê di heftiya yekê ji meha Îlonê de briêve biçe, piştî 90 rojî, dê navborî encamên plana xwe di raporekê de radestî Neteweyên Yekbûyî bike.
Lê De Mistura amaje bi heya wê qonaxa veguhêz a ku dê li Sûriyê pêk were, nekiriye, diyarkirina demê jî bo rêkeftina aliyên Sûrî hiştiye