ENKSê biryarên kantonan derbarê xwendinê de red dike

Şaxê ENKSê li Efrînê tekez dike ku, divê fêrkirin û danîna pirtûkên zimanê Kurdî ji aliyê pisporan ve were kirin, dibêje jî ku, divê rêbaza xwendinê ya dewleta Sûriyê were xwendin.

ENKSê biryarên kantonan derbarê xwendinê de red dike
ENKSê biryarên kantonan derbarê xwendinê de red dike

K24 – Efrîn

Şaxê ENKSê li Efrînê tekez dike ku, divê fêrkirin û danîna pirtûkên zimanê Kurdî ji aliyê pisporan ve were kirin, dibêje jî ku, divê rêbaza xwendinê ya dewleta Sûriyê were xwendin.

Di daxuyaniyekê de Desteya Perwedeyê ya Kantona Kobanê duh,30ê Tebaxê, ragehandiye ku, dê her sê salên xwendina destpêkê dê bi zimanê Kurdî be, ji sala 4em heta 7em jî dê zimanên erebî û biyanî tevlî rêbaza xwendinê bibin, ji pola 7em û biser ve, dê rêbaza xwendinê ya Wezareta Perwerde ya Sûriyê li dibistanên Rojavayê Kurdistanê were xwendin.

Şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Efrînê îro, 1 Îlonê, daxuyaniyek nivîskî belav kir ku çapek ji K24ê re sand, tê de biryarên kantonan derbarê awayê birêvebirina proseya perwerdeyê red dike.

Encûmena xwecihiya Efrînê tekez kir ku divê di proseya perwerde û xwendinê de ev xalên sereke werin bicihanîn

ji wan xalên ku şaxa ENSKê diyar kirine ev in:

Fêrkirina zimanê Kurdî ji aliyê kesên pispor ve were kirin.

Xwendin ji pirtûkên Wezareta Perwerdeya dewleta Sûriyê be, heta lêvegerek ji pirtûkên heyî re bê kirin, ku divê dûrî partîtiyê bin û ji aliyê dezgehên fermî de bêne pesendkirin.

Pêwîstiya hiştina Navenda Perwerdeyê ya dewletê heye, ji ber ku çarenvîsa 5 hezar mamoste û hezaran xwendekar pê ve girêdayî ye.