Kurdistan24
Nivîskar
Îbrahîm Tatlises bû berendamê parlamenterê AKPê
Hunermendê navdar Îbrahîm Tatlises ji bo di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bibe parlamenter, daxwaznameya xwe ya fermî pêşkeşê Rêxistina AK Partî ya bajarê Rihayê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermendê navdar Îbrahîm Tatlises ji bo di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bibe parlamenter, daxwaznameya xwe ya fermî pêşkeşê Rêxistina AK Partî ya bajarê Rihayê kir.
Îbrahîm Tatlises daxwaznameya berendametiya parlamenteriyê bi rêya parêzerê xwe Ahmet Turkmen şand.
Ahmet Turkmen derbarê vê serlêdanê de ji rojnamevanan re got: ‘’Li ser daxwaza Îbrahîm Tatlises îro me ji AK Partî serlêdana berendametiyê kir. Ewê di rojên pêş de bê Rihayê û dest bi karên hilbijartinê bike.’’
Îbrahîm Tatlises jî li ser navnîşana xwe ya tora civakî got: ‘’Hûn li kê derê min bixwazin ez dê li wir bim.’’