Kurdistan24
Nivîskar
120 serok eşîr û rîspiyên Bakur banga aştiyê dikin
daxwaz ji PKK’ê kirin ku dest ji çalakiyan berde û derbikeve derveyî sînoran.
K24-Navenda Nûçeyan
120 serok eşîr û rîspiyên navçeya Sêgirka Şirnexê banga aştiyê dikin û daxwaz ji PKKê kirin ku derkeve derveyî sînorên Bakurê Kurdistan.
Li navçeya Sêgirka ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê duh,1ê Îlonê, li ser navê 120 serok eşîr û rîspiyên Bakurê Kurdistanê, serokê eşîreta Babat Hazim Babat ragehand ku ew dixwazin bi helkefta 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bangawaziyek dîrokî bikin.
Babat diyar kir ku ew ji şer û pevçûnan dilgeranin û ezmûnên 30 salên borî jî piştraskirye ku bi çek û tundiyê ti pirs nayên çareser kirin.
Babat got ku proseya çareseriyê, ji bo rawestandina şerê 30 salî hêviyên mezin ava kirine û destkeftiyek afirandiye lê belê, destpêkirina pevçûnan cardin ev hêvî û destkeftî derizandine.
Hazim Babat bo ji nûve destpêkirina hevdîtninên aştiyê bang li PKK’ê kir ku dest ji çalakiyan berde û gerîlayên xwe derxe derveyî sînoran Bakurê Kurdistanê.
Serokê eîşra Babat diyar kir ku ew weke mezinên eşîr û malbatên herêmê, bo ji nûve destpêkirina proseya aştiyê dikarin amadene kar bikin.