Kuwêt 25 kesan bi sîxoriya ji Îranê re tohmetbar dike

Kuwêt 25 ji welatiyên xwe û welatiyekî Îranî, bi tohmeta sîxoriya ji Îranê û Hizbulah a Libnanî darizadin.

Kuwêt 25 kesan bi sîxoriya ji Îranê re tohmetbar dike
Kuwêt 25 kesan bi sîxoriya ji Îranê re tohmetbar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Kuwêt 25 ji welatiyên xwe û welatiyekî Îranî, bi tohmeta sîxoriya ji Îranê û Hizbulah a Libnanî darizadin.

Dozgeriya Giştî ya Kuwêtê duh, 1 Îlonê, 25 welatiyên Kuwêtê û welatiyekî Îranî yên bi navê “Şana Hizbula” tê naskirin radestî dadgehê kirin.

Dozgeriya Gişît tohmetên “têkbirina yekîtiya dewletê û hilgirtin û bikaranîna teqemenî û çekan” aresteyî wê sanê kiriye. Herwiha bi kiryarên li dijî Kuwêtê û komkirina agahiyên sîxoriyê jî hatin tohmetkirin.

Ew şana sîxoriyê roja 13ê Tebaxê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Kuwêtê ve hatibûn girtin.