Kurdistan24
Nivîskar
DAIŞ bo cara duyem bi kîmyayî êrîşî Hesekê dike
DAIŞê êrîşeke din bi çekên kîmayaî li dijî YPGê li Rojavayê Kurdistanê bikar anî.
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞê êrîşeke din bi çekên kîmayaî li dijî YPGê li Rojavayê Kurdistanê bikar anî.
Televîzyona CNN a Amerîkî li ser zarê çend welatî û şervanan duh, 1 Îlonê, ragehand ku xazeke bihn kirêt mîna bihna Kibrîtê ji bombeyên ku taxa Salihiyê hatibû armanckirin, dihat.
Ev ne cara yekem e ku şervanên YPGê ji aliyê rêxistina DAIŞê ve têne armanckirin, ku bêtirî êrîşekê hatiye belgekirin.
Tevî kêmbûna karîn û teqîgehên pispor, lê YPGê karîn tîmekê ava bikin bo lêkolîn, komkirin û belgekirina ezmûnên wan êrîşên kîmyayî bikin.
Di navîna Tebaxa borî de, heman televîzyonê li ser zarê çavkaniyekê ji îstixbaratên Amerîkayê belav kiribû ku, DAIŞê kîmyayî li Hesekê bikar aniye.