Kurdistan24
Nivîskar
Hêzeke Aemrîkî ya taybet operasyonan li Sûriyê dike
Serkirdeyên DAIŞê armanc dike
K24- Navenda Nûçeyan
Amerîka bi rêya hêzeke taybet operasyonên hestiyar li dijî DAIŞê li nava Sûriyê encam dide, heta niha jî çend serkirdeyên wê kuştine.
Rojnameya Washington Post di hejmara xwe ya duh, 1ê Îlonê, de belavkiriye ku, Ajansa Îstixbaratên Navendî ya Amerîkayê (CIA) û Fermandariya Hêzên Teybet “operasyoneke neştergerî ya leşkerî” li nava Sûriyê li dijî DAIŞê birêve dibin.
Ew operasyonên taybet, cuda ji operasyonên esmanî yên hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Amerîka, birêve diçe.
Rojnameyê li ser zarê çend çavkaniyên Amerîkî (ku ew bi nav nekirin) belavkiriye, armanc ji wan operasyonên taybet, kuştina serkirdeyên mezin ên DAIŞê ye.
Di heftiya borî de, di encama yek ji wan operasonan de, çekdarê Brîtanî yê bi navê Cinêd Hisên, ku bi rêya internêtê propeganda ji DAIŞê re dikir, li parêzgeha Reqa (bakuêr Sûriyê) hatibû kuştin.
Ew operasyonên taybet bi fermana Fermandariya Operasyonên Hevbeş (JSOC) ya ser bi Hêzên Taybet ên Amerîkayê ve birêve diçin.