Li Tikriyê 2 qeyikên penaxwazan binav dibin

Li navçeya Bodrûmê ya Tirkiyê 2 qeyikên penaxwazan binav bûn û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Tikriyê 2 qeyikên penaxwazan binav dibin
Li Tikriyê 2 qeyikên penaxwazan binav dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Bodrûmê ya Tirkiyê 2 qeyikên penaxwazan binav bûn û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê navçeya Bodrûmê îro, 2 Îlonê, danê sibehê 2  qeyikên penaxwazên Sûriyeyê ku ji 20 kes lê siwar bibûn, li qeraxên bajarê Muglayê yê Tirkiyê binav bûn. 

Hat ragehandin ku di qeyika yekemîn de 16 kes hebûn ku 7 ji wan mirin, 4an wan ji wan jî karîne xwe xilas bikin, Tîmên ewlekariyê yên deryayê jî bo dîtina 5 penaberên winda xebatên xwe yên lêgerînê didomînin. 

Di qeyika têkçûyî ya duyemîn de jî 6 penaber hebûn. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan ku di nav wan de jin û zarokekî jî hebûn, herwiha 2 penaxwazên din jî bi riya alavên canxelasiyê xwe rizgar kirin.