Dayikên aştiyê li parlementoya Tirkiyê amade dibin

daxwaz kirin ku maseya aştiyê were danîn

Dayikên aştiyê li parlementoya Tirkiyê amade dibin
Dayikên aştiyê li parlementoya Tirkiyê amade dibin

K24-Navenda Nûçeyan

 

Dayikên aştiyê derbasî perlametoya Tirkiyê bûn û daxwaza aştiyê kirin.

Dayika gerîla Perîhan Akbulut Duh, 1ê tebaxê, bi helkefta Roja Cîhanî ya Aştiyê ragehand ku sedema vî şerî hilbijartinê tirkiyê ne û daxwaz kir ku bila maseya aştiyê were danîn.

Piştî dayik derbasî perlamentoyê bûn û daxwaza aştiyê kirin, perlementyê HDP yê Amedê Idrîs Baluken got: “mixabin em roja aştiyê a cîhanê vê qonaxa şer û pevçûnan de pêşwazîdikin.”

Dayik berî serdana wan bo pelamentoyê bi cîgira˛serokê koma HDPê re civiyan û daxwazên xwe ên aştiyê anîn ziman.

Ev demeke dirêje dayikên aştiyê hewl didin ku dawî li şer û pevçûnan were, ji bo vê yekê jî çalakiyên cûrbicûr li dar dixin û li gel platforman dengên xwe ên aştiyane bilind dikin.

Dayik dibêjin em êdî naxwazin zarokên xwe şer de wenda bikin.