Li Rojhilatê Kurdistanê şerê Pêşmerge û Pasdaran derket

Şer û pevçûn di navbera hêzeke Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran û Pasdarên Îranê li gundê Sîsrê yê Rojhilatê Kurdistanê derket.

Li Rojhilatê Kurdistanê şerê Pêşmerge û Pasdaran derket
Li Rojhilatê Kurdistanê şerê Pêşmerge û Pasdaran derket

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûn di navbera hêzeke Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran û Pasdarên Îranê li gundê Sîsrê yê Rojhilatê Kurdistanê derket.

Li gor zanyariyên K24ê, hêzeke ji Pêşmergeyên PDKÎ li mizgefta gundê Sîsrê yê ser bi bajarê Rebet ve bûn, agehdarî jî di wê derbarê de gehiştine Pasdarên Îranê, lewma êrîşek li ser mizgeftê pêkanîn.

Herwiha Hêzên Îranê gundên Sîsrê , Nestan, Geniman û Goliyan û herêmên derdora wan bi dijwarî topbaran dikin.

Li gor şahidên bûyerê ji K24ê re ragehandine ku heta niha riyên hatûçûnê li wê navçeyê girtî ne.

Bajarokê Rebet ser bi navçeya Serdeştê ye û li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.