Kurdistan24
Nivîskar
Demîrtaş: AKPê dixwaza di heyama şer de hilbijartinan bike
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş diyar kir ku ewê tevlî hilbijartinan bibin û dixwazin dengên xwe bikin ji sedî 20.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş diyar kir ku ewê tevlî hilbijartinan bibin û dixwazin dengên xwe bikin ji sedî 20.
Selahattin Demirtaş duh 2 Tebaxê li parlamentoyê bi peyamnêrên Parlamentoyê re hatin gel hev û got tu şert û mercên parlamenterên wan ên bo hilbijartinê nîn e, lê AKP dixwaze li di qonaxeke şer û pevçûnan de têkeve hilbijartinê û bi vê yekê dest deyne ser sindoqan.
Demirtaş di axaftina xwe de amaje kir, ku AKPê çawa dest daniye ser Dewletê amadehiya wê yekê dikin ku wisa destên xwe deynin ser sindoqan. Dibe ku Hilbijartinan betal jî bikin. Di rojeva me de boykot an tiştekî bi vî rengî nîn e. Partiya me dixwaze dengê xwe bike ji sedî 20.
Ji aliyekî din ve, Artîşa Tirkiyê ragehand ku piştî kuştina leşkerekî wan, firokeyên wan pêgehên PKKê li Bakurê Kurdistanê bombebarankirin û 20 Gerîlayên wê kuştine.
Selahattin Demirtaş derbarê kuştina karmendê tenduristiyê de jî nerazîbûna xwe nîşan da.