Evîn Şikakî
Reporter
Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyonên li dijî DAIŞê dike
Eniya el-Nûsrayê ji rêkeftinê hatiye dûrxistin, herwiha beşdariyê di operasyonan de nake
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî rêkeftina serkirdeyên leşkerî yên opozîsyona Sûriyê, bi alîkariya firqeya 30 a ku Amerîka piştgiriyê dike, operasyonên hevbeş yên li dijî DAIŞê dest pêkirin.
Di daxuyaniyekê de bo rojnameya Şerq el-Ewset serkirdeyê leşkerî yê opizîsyonê bi navê Ebdilcebar el-Igêdî duh, 3ê Îlonê, ragehand ku pêwîstî bi rêkeftineke li ser erdê hebû.
El-Igêdî da zanên ji ber ku ew weke şaxê rêxistina Qaîdêye li Sûriyê tê naskirin, Eniya el-Nûsrayê ji rêkeftinê hatiye dûrxistin, herwiha beşdariyê di operasyonan de nake.
Operasyon şeva borî li bajarokê Marih ku dikeve bakurê parêzgeha Helebê li dijî rêxistina DAIŞê dest pêkirin.
Ji aliyeke din ve, li bajarê Laziqiyê zêda Serokê Sûriyê Beşar Esed ku dikeve rojavayê Sûriyê di encama teqînekê de deh kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetir ji 25 kesan jî birîndar hebûn.
firqeya 30 yekemîn grûpa şervanê Sûriyê yên lîberal ku tevlî programa Amerîka a perwerdê bibûn.