Encûmena Asayişê: Mosko vekolînên kîmyayî li Sûriyê asteng dike

Encûmena Asayişa Navdewletî, Moskoyê bi astengkirina vekolînên derbarê bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê de, tuhmetbar dike.

Encûmena Asayişê: Mosko vekolînên kîmyayî li Sûriyê asteng dike
Encûmena Asayişê: Mosko vekolînên kîmyayî li Sûriyê asteng dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Navdewletî, Moskoyê bi astengkirina vekolînên derbarê bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê de, tuhmetbar dike.

Encûmena Asayişa Navdewletî di 7 Tebaxê de biryar dabû ku vekolînên li ser destnîşankirina aliyên ku çekên kîmiyayê li Sûriyê bikaranîna, destpê bikin.

Heftiya borî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-moon diyar kir ku, wan 3 pispor ji bo mevesta vekolînan binav kirine û ew li hêviya bersiva Civata Asayişa Navdewletî ye, da ku ev pispor dest bi karê xwe bikin.

Balyozê Rûsiyayê Vitaly Chorkin dibêje ku ew berdewam in li ser karê xwe, ev babet teknîkî ye û em dixwazin bi temamî piştrast bikin.

Herwiha Amerîka, Fransa û Brîtaniya, artêşa Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyayî û xaza Kilorê tuhmetbar dikin. Di demekê de ku Rosiya dibêje ku ti belge tune ne ku Sûriyê çekên kîmyayî bikar anîbe.