HDP: Em bi 80 perlemanterî banga aştiyê dikin

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen li parlamentoyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku partiya wan ti biryar nedaye ku biçin Qendilê û ji PKK'ê daxwaza rawestina şer bike.

HDP: Em bi 80 perlemanterî banga aştiyê dikin
HDP: Em bi 80 perlemanterî banga aştiyê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen li parlamentoyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku partiya wan ti biryar nedaye ku biçin Qendilê û ji PKK'ê daxwaza rawestina şer bike.

Ev 2 rojin di çapemeniya Tirkiyeyê de tê îdia kirin ku wê HDP şandeyekê bişîne Qendîlê û daxwaza rawestina şer bike. Lê HDP'ê ev îdia derew derxist û diyar kir ku wê 80 parlamenterên wan li herêmê banga aştiyê bike.

Bilgen destnîşan kir ku li ser vê yekê hin pêşniyaz hatine kirin lê belê wan biryareke bi vî rengî wernegirtine.

Berdevkê HDP'ê di berdewamiya axaftina xwe de got; " Qendîlê beriya niha helwesta xwe aşkere kiribû û gotibû agirbesteke yek alî ne pêkan e. Niha gavên hikûmet bavêje girîng in. Her kes hay ji wê yekê heye ku proses ji aliyê kê ve hatiye sekinandin û kê şer daye destpêkirin."