ENKSê bo rawestandina koçberiyê dadikeve xwepêşandanê

Îro li tevahiya Rojavayê Kurdistanê li ser daxwaza ENKSê bo rawestandina pêla koçberiyê xwepêşandan tên lidar xistin.

ENKSê bo rawestandina koçberiyê dadikeve xwepêşandanê
ENKSê bo rawestandina koçberiyê dadikeve xwepêşandanê

K24 – Qamişlo

Îro li tevahiya Rojavayê Kurdistanê li ser daxwaza ENKSê bo rawestandina pêla koçberiyê xwepêşandan tên lidar xistin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn ku biryar e îro 5 Îlonê li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bi serpiriştiya Encûmena Niştimaniya Kurdî û di bin durişma “Na ji koçberiyê re” derkevin xwepêşandanan, weke nerazîbûnek ji koçberiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê bo Ewropayê.

Ev gav di demekê de tê piştî ku bi hezaran kes sedemên cuda berê xwe didin welatên Ewropayê ku bi hezaran penaber di riyên qaçaxî re dibin qurbanî.

Berî hefteyekê Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di civîna ENKSê de bang li tevahiya xelkê Rojavayê Kurdistanê kir ku derkevin xwepêşandanan.

Îro jî ji aliyê ENKSê ve bo xwepêşandanê hat nîşankirin ji ber ku 5 Îlona 2012an de 50 kes ji Amûdê di derya Îce de jiyanên xwe jidest dan.