Evîn Şikakî
Reporter
UNHCR: 11 milyon penaberên Sûriyê hene
li Tirkiyê jî 1milyon û 938 hezar û 999 penaber hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve UNHCR ragehand ku ji destpêka kirîza Sûriyê û heta niha zêdetir ji 11 milyon kes li nav û derdora wî welatî penaber bûne.
Di daxuyaniyekê de UNHCR duh,4ê Îlûnê amarên nû yên penaberên Sûriyê ragehand, li gor komsyona penabran hejmara wan kesên ku li nav Sûriyê derbider bûne giheştiye 6 milyon û 200 hezar penaber.
Herwiha li Tirkiyê jî 1milyon û 938 hezar û 999 penaber hene.
Li gor amarên rapora komisyona Bilinda a penaberan ser bi NY 1 milyon û 113 hezar û 941 penaber li welatê Libnanê hene, li Urdinê jî 629 hezar û 245 penaber hene, herwiha li Iraqê û Herêma Kurdistanê giheştiyê 249 hezar û 463 kesan.
Li Misrê jî hejmara penaberê Sûriyê 132 hezar û 375 penaber hene, herwiha li welatûn din yên Efrîqayê jî 24 hezar û 55 penaberên Sûriyê hene.
ji aliyê xwe Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Keryy diyar kir ku Amerîka dê roleke mezintir derbarê kirîza penaberên Sûriyê de bike û da zanîn ku Amerîka heta niha bi buhayê 4 milyar dolar alîkarî pêşkêşî penaberan kiriye.