DAIŞ li Sûriyê15 xiristiyanan rizgar dike

Asûrî ew kesên ku hatine rizgarkirin di tendûrstiyeka başe de ne.

DAIŞ li Sûriyê15 xiristiyanan rizgar dike
DAIŞ li Sûriyê15 xiristiyanan rizgar dike

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê 15 xirstiyana ku berî niha ji gundê el-Qeryeteyn ser bi parêzgeha Hûmsê ve ye rizgar kirin.

Rewangeha Sûriyê a Mafên Mirovan duh, 4ê Îlûnê ragehand ku di despêka meha Tebaxa borî de çekdarên DAIŞê 230 welatiyên sivîl ku 60 ji wan xiristyan bûn dema ku gundê el-Qeryeteyn kontirol kirbû revandibûn.

Berpirsê Rewangehê Ramî Ebdulrehman diyar kir ku çekdarên DAIŞê 15 ji wan 60 xiristiyana li gundê Feyrûze ku bi 100 kîlometiran dûrî gundê el-Qeryeteyn e û bi 5 kîlometran jî ji parêzgeha Hûmsê dûre rizgar kirin.

Rawangehê da zanîn ku rêxstina DAIŞê komek pere weke bac ji kesayetiyên ola xiristiyan wergirtine heta ku ew 15 kes werin rizgar kirin.

Li gor agahiyên rêxstineke  Asûrî ew kesên ku hatine rizgarkirin di tendûrstiyeka başe de ne