Tirkiyê piştî bûyera Alanê Kurd, 4 kesan dide dadgehê

Desthilatên Tirkiyê piştî bûyera Alanê Kobanî, 4 kesên Sûrî bi tohmeta “Bazirganiya Mirovan” radestî dadgehê dikin.

Tirkiyê piştî bûyera Alanê Kurd, 4 kesan dide dadgehê
Tirkiyê piştî bûyera Alanê Kurd, 4 kesan dide dadgehê

K24 – Navenda Nûçeyan

Desthilatên Tirkiyê piştî bûyera Alanê Kobanî, 4 kesên Sûrî bi tohmeta “Bazirganiya Mirovan” radestî dadgehê dikin.

Dadgeha bajarê Bodrûmê bi fermî duh 4 Îlûnê tohmetên bazirganiya mirovan û kuştina bê mebest arasteyî 4 kesên Sûrî kir û heta bidawîbûna dadgehkirina  wan ew dê di zindanê de girtî  bimînin.

Wêneya Alanê Kobanî yê 3 salî û ew li ser qûma qeraxê dirêjkirî dunya hejand, herwiha wêneya Alanê Kurd rûpela yekemîn ya piraniya rojnameyên cîhanê girt.

JI Bodrûmê penaxwazên Kurd Li qeyikê siwar  bûn û berve girava Kos ya yonanistanê ve çûn, qeyik binav bû û 12 penaxwaz jiyanên xwe jidest dan, ku Alanê Kurd û bi biyayê wî Xalib (5 SALî) û li gel diya wî Rihan (28 SALî) di nav de bûn.

Termên Alan, Xalib û diya wan duh 4 Îlûnê li Kobanê hat pêşwazîkirin û di axa welatê xwe de hatin veşartin.

Tê zanîn ku kurtirîn riya deryayî ew riya ji Bodrûmê û Kos ya Yonanistanê ye ku qaçaxçiyan ji her penaxwazek hezar dolarî dibin.