Kurdistan24
Nivîskar
Tirkiyê piştî bûyera Alanê Kurd, 4 kesan dide dadgehê
Desthilatên Tirkiyê piştî bûyera Alanê Kobanî, 4 kesên Sûrî bi tohmeta “Bazirganiya Mirovan” radestî dadgehê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desthilatên Tirkiyê piştî bûyera Alanê Kobanî, 4 kesên Sûrî bi tohmeta “Bazirganiya Mirovan” radestî dadgehê dikin.
Dadgeha bajarê Bodrûmê bi fermî duh 4 Îlûnê tohmetên bazirganiya mirovan û kuştina bê mebest arasteyî 4 kesên Sûrî kir û heta bidawîbûna dadgehkirina wan ew dê di zindanê de girtî bimînin.
Wêneya Alanê Kobanî yê 3 salî û ew li ser qûma qeraxê dirêjkirî dunya hejand, herwiha wêneya Alanê Kurd rûpela yekemîn ya piraniya rojnameyên cîhanê girt.
JI Bodrûmê penaxwazên Kurd Li qeyikê siwar bûn û berve girava Kos ya yonanistanê ve çûn, qeyik binav bû û 12 penaxwaz jiyanên xwe jidest dan, ku Alanê Kurd û bi biyayê wî Xalib (5 SALî) û li gel diya wî Rihan (28 SALî) di nav de bûn.
Termên Alan, Xalib û diya wan duh 4 Îlûnê li Kobanê hat pêşwazîkirin û di axa welatê xwe de hatin veşartin.
Tê zanîn ku kurtirîn riya deryayî ew riya ji Bodrûmê û Kos ya Yonanistanê ye ku qaçaxçiyan ji her penaxwazek hezar dolarî dibin.