Kurdistan24
Nivîskar
Amerîka ji hewldanên Rûsyayê li Sûriyê dilgiran e
“Rûsya bingeyek leşkerî li Şamê bikar tîne”
K24- Navenda Nûçeyan
Amerîka ji hewldanên Rûsyayê li Sûriyê dilgiran e û radigehîne ku, ew hewldan dê krîzê aloztir bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Johên Kerry di peywendiyekê de ligel hevşanê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov duh, 5ê Îlonê, got ku “alîkariyên leşkerî yên Rûsya” dê krîza li Sûriyê aloztir bike û hejmara qurbaniyên şer li wî welatî jî zêdetir bike.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê, Kerry gotiye ku eger raporên ku amaje bi hebûna alîkariyên leşkerî yên nû li Sûriyê dikin rast bin, ev yek dê bibe gef li ser şerê hevpeymaniya navdewletî yê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ).
Rojnameya New York Times belav kiriye ku, Moskoyê “tîmeke leşkerî ya modêrn” şandiye Sûriyê, ew jî wek alîkariyekê ji rejîma wî welatî re daye zanîn.
Herwiha rojnameyê diyar kiriye ku, dê Rûsya komelgehên niştecîbûnê yên hazri pêşkeşî Sûriyê bike, tevî wêstgeheke çavdêriya esmanî.
Çavkaniyên medyayî li Sûriyê jî belva kirine ku, Rûsya navendek leşkerî li nêzîk Sûriyê bikar tîne, dê firokeyên Rûsî jî ji wê navendê bifirin ji bo “piştgiriya rejîma Sûriyê.”