Kurdistan24
Nivîskar
Brîtaniya ber bi encamdana operasyonan li Sûriyê ve diçe
Brîtaniya ji karekî leşkerî li Sûriyê nêzîk dibe, tê çaverêkirin jî ku di meha bê wê parlemento deng li ser proje yasayê bide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Brîtaniya ji karekî leşkerî li Sûriyê nêzîk dibe, tê çaverêkirin jî ku di meha bê wê parlemento deng li ser proje yasayê bide.
Wezîrê Aboriyê yê Brîtaniyayê George Osborne duh, 5 Îlonê, ji Ruetersê ragehand ku, divê Brîtaniya û Ewropa krîza Sûriyê çareser bikin.
Osborne got jî ku divê “Grpûpa 20” li Tirkiyê vê pirsgirêkê ji kokê çareser bike, ew pirsgirêk jî rêjîma Esed û terorîstên DAIŞê ne.
Rojnameya Sunday Times ragehend ku Serokwezîrê Brîtanî David Cameron dê proseya encamdana êrîşên esmanî li dijî DAIŞê di perlemantoyê de bide dengdanê.
Derbarê pêla penaberên ku bi ser Ewropayê de tê jî, Cameron got ku, ew amade ne ku 15 hezar penaber ji penagehên derdora Sûriyê bikin.
Gropa 20 di sala 1999an de bi sedema krîza darayî ya salên 90î hat avakirin, ku li asta wezîrên darayî tê rûniştin, bo seqamgîriya darayî ya navdewletî.