Serokwezîrê Finlandayê koşka xwe dide penaxwazan

Finlanda dê 30 hezar penaxwaz werbigre.

Serokwezîrê Finlandayê koşka xwe dide penaxwazan
Serokwezîrê Finlandayê koşka xwe dide penaxwazan

 K24- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Finlandayê, Juha Sipila, koşka xwe li pêş penaxawazan vekir, daxwaz ji welatiyan jî kir ku piştgriya penaxwazan bikin.

Ajansa Reuterzê ji televzyosna fermî ya Finlandayê (YLE) veguhestiye ku, Juha Sipila dê koşka xwe ya li navçeya Kimbela (bakurê Finlandayê) ji destpêka sala nû de, têxe xizmeta penaxwazan.

Juha Sipila amaje bi plana Yekîtiya Ewopayê bo hembêzkirina 120 hezar penaxwaz, ji yên ku gehane Yonanistan, Îtlaya û Meceristanê, kir û got ku, pêwîste ew plan “xwebexiş” be.

Beriya rojevkê ji daxuyaniya Juha Sipila, finlandayê ragehand ku, ew dê îsal 30 hezar penaxwazî werbigre.

Wezareta Navxwe ya Finlandayê ragehand jî ku, di heftiya borî de hejmareke zêde ji penaxawaza ji Siwêdê derbasî welatê wan bûye.