Binpêkirina azadiya rojnamegeriyê li Tirkiyê berdewam e

Di van rojên dawî de li Tirkiyê azadiya ragehandinê yek ji wan mijarên herî zêde di rojevê de ye, ku Li saziyên çapemeniyê operasyon tên lidarxistin, rojnameger ji kar tên derxistin û derbarê wan de lêpirsîn tên kirin.

Binpêkirina azadiya rojnamegeriyê li Tirkiyê berdewam e
Binpêkirina azadiya rojnamegeriyê li Tirkiyê berdewam e

K24 – Navenda Nûçeyan

Di van rojên dawî de li Tirkiyê azadiya ragehandinê yek ji wan mijarên herî zêde di rojevê de ye, ku Li saziyên çapemeniyê operasyon tên lidarxistin, rojnameger ji kar tên derxistin û derbarê wan de lêpirsîn tên kirin.

Heftiya borî li dijî Kompanyaya Medyayî ya Ipekê operasyon hatibû lidar xistin û herwiha hatibû îdiakirin ku wê li dijî rojname û televîzyonên operasyon pêk werin.

Derbarê mijarê de gelek rewşenbîrên navdar nerazîbûn nîşandan,

Nivîskar Fikret Başkaya ji K24ê re got: “Em nikarin li dijî zextên li ser medyayê bêdeng bimînin, azadiya hizr û ramanan, bingeha hemû azadiyan e. Astengkirina azadiya hizra kesekî, ji holê rakirina rûmeta wî ye.”

Başkaya got jî: “Lê ji ber  ku desthilatên siyasî naxwazin ti carî rastî derkevin holê, her tim dijminahiya ramana azad dikin. Hikûmeta AKP'ê jî vê yekê dike.”

Herwiha Prof.Dr. Dogu Ergil rexneyên giran li Hikûmetê girt û got bi wan operasyonan hikûmet naxwaze raya giştî bigihêje rastiyê û got: “Rojnameger her tim rastiyê nabêjin lê belê heger pêşî li ber azadiya wan were girtin wê civak ji agahiyên rast bêpar bimîne. Dibe ku hizr û ramanên rojnamegeran ji hev cuda be lê belê ev yek nayê wateya bêdengkirina wan.”

Li Tirkiyeyê, rewşenbîr û nivîskar her tim li dijî  zext û girtina rojnamegeran derdikevin û dibêjin civak bi azadiya hizr û raman û agahiyên rast bi serdikeve û ji bo vê yekê pêwistî bi rojnamegeriyeke azad heye.