Kurdistan24
Nivîskar
YNK: Me daxwaza paşxistina civîna aliyên siyasî nekiriye
eger YNK daxwaz kiriba “emê şanaziyê pê dikin
K24-Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan(YNK) redike ku civîna aliyên siyasî li ser daxwaza wan hatibe paşxistin.
Di daxuyaniyekê de îro, 6ê Îlonê, Endamê Ploîtbîroya YNK Seidî Pîre ji K24ê re tekez kir ku wan daxwaza paşxistina civîna aliyên siyasê yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nekiriye.
Pîre diyarkir ku, eger YNK daxwaz kiriba “emê şanaziyê pê dikin da ji ber ku aliyên siayî pêwîstî bi demeke dirêjtir he ye.”
Daxuyaniya Sedî Pîre di demekê de tê ku berî niha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragehand bû ku, civîna pênc aliyên siyasî ku biryar bû îro birêve biçe li ser daxwaza YNK û razîbûna her çar aliyên din hatiye paşxistin.
Derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê heta niha derencamên civînên pênc aliyên Siyasî di nav bera PDK, YNK, tevgera Goran, Komel û Yekgirtûya Islamî yek alî nebûne.