Zêrevanên sînorê Tirkiyê welatiyekî Rojava dikujin

Zêrevanên sînor ên Tirkiyê welatiyekî Kurd li ser sînorê di navbera Sûriyê de dikujin û 2 kesên din jî birîndar kirin.

Zêrevanên sînorê Tirkiyê welatiyekî Rojava dikujin
Zêrevanên sînorê Tirkiyê welatiyekî Rojava dikujin

K24 – Qamişlo 

Zêrevanên sînor ên Tirkiyê welatiyekî Kurd li ser sînorê di navbera Sûriyê de dikujin û 2 kesên din jî birîndar kirin.

Li gor peyamnêrê K24ê duh, 6ê Îlonê, danê sibê leşkerên Tirkiyê gule berdan 3 welatiyên Kurd li ser sînorê Tirkiyê li nêzîkê bajarê Qamişlo kirin.

Di encama wê bûyerê de welatiyekî Kurd bi navê Metîn Silêman (20 salî) jiyana xwe jidest da, 2 welatiyên din jî birîndar bûn û rewşa wan cîgar e.

Ev yek hat, dema ku her sê welatiyên Kurd hewl didan ku ji Qamişlo derbasî Tirkiyê bibin.

Tê zanîn ku heta niha bi dehan ciwanên Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Tirkiyê ji aliyê artêşa wî welatî ve hatine kuştin.