Wezîrên HDPê banga aştiyê dikin

Wezîrên HDP'ê diyar kirin ku li Cizîrê 3 roj in qedexeya hatin û çûnê heye û di nav 3 rojan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrên HDPê banga aştiyê dikin
Wezîrên HDPê banga aştiyê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrên HDP'ê diyar kirin ku li Cizîrê 3 roj in qedexeya hatin û çûnê heye û di nav 3 rojan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her du wezîrên HDP'ê Alî Haydar Konca û Muslum Dogan, derbara bûyerên Cizîrê de duh, 6 Îlonê, di konfiranseke rojnamevanî de de agahî dan.

Wezîran pirsgirekên li herêmê ji bilî pevçûnan, wek birîna cereyanê, nexweşiyên tenduristiyê û hêlên telefonan rêz kirin.

Her du wezîrên HDP'ê civîna li avahiya HDPê de lidar xistin, amaje bi yekê kirin ku aloziya heyî bi riya aştî, azadî û demokrasiyê dikare çareser bibe.

Wezîran banga aştiyê kirin û civak vexwendin ku ji bo biratiyê dest bidin hev.