Kurdistan24
Nivîskar
Şêwekarekî Hindistanê peykerê Alan ji qomê çê dike
li ber qraxên Pûrî, ji qûmê peykerê Alan çêkir.
K24-Navenda Nûçeyan
êwekarê Hindistanî Sudarsan Pattnaik li ber qeraxên Pûrî yê wî welatî ji qomê peykerê Alan Kobanê çêkir.
Wêneyê termê zarokê 3 salî yê bi navê Alan Kurdî ku li ber qeraxa Bodrûma Tirkiyê hatibû dîtin û li tevahiya cîhanê deng veda, herwiha ew wêne bû sembola trajediya hemû penaberên cîhanê û taybet yên Kurd.
Hunermendê Hindistanî Sudarsan Pattnaik jî li rojhilatê welatê xwe, li ber qraxên Pûrî, ji qûmê peykerê Alan çêkir.
Rojnameya Daily Mail a Brîtanî di hejmara xwe ya duh, 6ê Îlûnê belavkirbû û behsa vê peykerê kir bû di bin navnîşana''Mirovahiyê li qiraxê deryayê da'' bikar anî.
Roja 2ê Îlûnê li derya Ege 2 belemê penaberên ku dixwestin herin Yunanîstanê binav bibûn û di encamde de 12 kesan jiyana xwe jidest dabû ji wan jî Alanê zarok li gel bira û dayika xwe