Rejîma Sûriyê rexneyên tund arasteyî Fransa û Brîtanyayê dike

Sûriyê di yadaştên xwe de jî her yek ji Fransa û Brîtanya bi siyasetên dagîrkariyê tuhmeta dike.

Rejîma Sûriyê rexneyên tund arasteyî Fransa û Brîtanyayê dike
Rejîma Sûriyê rexneyên tund arasteyî Fransa û Brîtanyayê dike

K24-Navenda Nûçeyan

 

Piştî ragehandina Brîtanyayê ku ew ji karekî leşkerî li Sûriyê nêzîk dibe, Sûriyê nerazîbûna xwe ji "destêwerdana" Birîtanyayê nîşan da.

Ajansa fermyî a Sûriyê SANA duh, 6ê Îlonê ragehand ku Wezareta Derve ya Sûriyê du yadaştname arasteyî berpirsên Neteweyên Yekbûyî  kirye, ku têde nerazîbûna xwe derbarê "siyastên destêwedanê" di karûbarên Sûriyê de  nîşan daye.

Wezareta Derve ya Sûriyê di yadaştên xwe de jî her yek ji Fransa û Brîtanya bi siyasetên dagîrkariyê  tuhmeta dike.

Roja 5ê Îlonê Wezîrê Aboriyê yê Brîtaniyayê George Osborne ragehand bû ku, divê Brîtaniya û Ewropa krîza Sûriyê çareser bikin.

Herwiha Osborne diyar kiribû jî ku pêwîste  “Grpûpa 20” li Tirkiyê vê pirsgirêkê ji kokê çareser bike, ew pirsgirêk jî rêjîma Esed û terorîstên DAIŞê ne.

Rojnameya Sunday Times ragehend ku Serokwezîrê Brîtanî David Kameron dê proseya encamdana êrîşên esmanî li dijî DAIŞê li Sûriyê di perlemantoyê de bide dengdanê.

Ji aliyeke din ve rojnameya Le Monde a Fransê jî di hejmara xwe ya 5ê Îlonê de belav iribû ku Fransa jî hizra wê yekê dike ku beşdariyê di operasyonên asmanî li dijî rêxistina DAIŞ li sûriyê de bike.