Kurdistan24
Nivîskar
PKKê: Di êrîşekê de 15 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li navçeya Geverê yê Bakurê Kurdistanê, PKKê êrîşî leşkerên Tirkiyê kir û “15” leşker kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Geverê yê Bakurê Kurdistanê, PKKê êrîşî leşkerên Tirkiyê kir û “15” leşker kuştin.
Li gor medyaya girêdayî PKKê, gerîlayan li geliyê Doskê yê navçeya Geverê ya Bakurê Kurdistanê duh, 6 Îlonê, êrîşek li dijî konvoyeke artêşa Tirkiyê pêk anîne.
Hat ragehandin ku, dema artêşa Tirkiyê berdewam bû di zêdekirina hêzên xwe li navçeya Geverê, Lê gerîlayên PKK’ê li Geliyê Doskî mayîn danîne ser rêya leşkerên Tirkiyê di encamê de 2 otombîlên artêşê pêle mayînan kirin û perçe bûn.
HPG’ê ragehand ku di êrîşê de 15 leşker hatine kuştin.
Ajansa Ruetersê jî diyar kir ku di nav her 15 kuştiyên artêşê de 2 fermandar hene tevî ku 6 leşkerên din jî birîndar bûne. Lê belê çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê diyar dikin leşkerek pile bilind û 18 leşker hatine kuştin.
Piştî vê êrîşê firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê bombe li ser kamp û baregahên PKK’ê de barandin.