PYD: Tirkiyê peywendiyên ligel opozîsyona Sûriyê asteng dike

amadene alîkarî û berveniya gelê Sûriyê li her cihekî bike

PYD: Tirkiyê peywendiyên ligel opozîsyona Sûriyê asteng dike
PYD: Tirkiyê peywendiyên ligel opozîsyona Sûriyê asteng dike

 

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsê ragehndina PDY li Ewropayê, Ibrahîm Ibrahîm Tirkiyê tuhmetbar dike ku pirsgirêkan li pêş hevkariya  di navbera wan û opozîsyona Sûriyê de çêdike.

Di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerq el-Ewset re duh, 6ê Îlonê Ibrahîm Ibrahîm got ku, eger opozîsyona Sûriyê ji hembêza Tirkiyê derkeve ew dê karibin rejîma Sûriyê û rêxistina DAIŞê jî bişkînin.

Ibrahîm diyar kir ku ji destpêka kirîzê û heta niha PYD şerê DAIŞ li Sûriyê dike û bi hezaran qurbanî dane û got: “Belgeyên piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞê re li cem me hene lewma em dixwazin hevkariyê bi hemû aliyên opozîsyonê re bo berjewendiya Sûriyê bikin.”

Navborî diyarkir jî ku tirkiyê pêwendiyên me li gel opozîsyona Sûriyê asteng dike.

Ibrahîm tekez kir ku ew di partiya xwe de amadene alîkarî û berveniya  gelê Sûriyê li her cihekî bike “eger pêwîstbû û ji me hat xwestin.”

Berî niha Yekîneyê Parastina Gel(YPG) ragehandibûn ku ew amade ne bo berjewendiyên gelê Sûriyê  biçne Şamê û şer bikin.