Almaniya 3 milyar Euro bo penaxwazan terxan dike

Almaniya biryar da ku 3 milyar Euro ji wîlayet û encûmenên xwecihî yên Almanî re bo alîkariya penaxwazan terxan dike.

Almaniya 3 milyar Euro bo penaxwazan terxan dike
Almaniya 3 milyar Euro bo penaxwazan terxan dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Almaniya biryar da ku 3 milyar Euro ji wîlayet û encûmenên xwecihî yên Almanî re bo alîkariya penaxwazan terxan dike.

Hikûmeta Almanyayê îro, 7 Îlonê, di daxuyaniyekê de ragehand ku, wan biryar daye ku 3.35 milyar Euro li wîlayet û encûmenên xwecihî were dabeşkirin bo alîkarî û pêşwazîkirina penaxwazan.

Hat ragehandin ku armanc ji vê biryarê ew e, ku tedbîrên taybet bo penaxwazên ku ji herêm şer mîna Sûriyê, Iraq û Efxanistanê tên, were kirin.

Polîsa Almanî duh ragehand ku, di vê hefteyê de 14 hezar penaber ji Nemsayê gehêştine Almaniyayê, piraniya wan jî Sûrî ne.