Fransa firokeyên xwe dişîne esmana Sûriyê

Serokê Fransayê ragehand ku dê ji sibe de firkeyên wî welatî li esmana Sûriyê bifirin, bi mebesta komkirina agahiyan û lêdana pêgehên DAIŞê.

Fransa firokeyên xwe dişîne esmana Sûriyê
Fransa firokeyên xwe dişîne esmana Sûriyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê ragehand ku dê ji sibe de firkeyên wî welatî li esmana Sûriyê bifirin, bi mebesta komkirina agahiyan û lêdana pêgehên DAIŞê.

Serokê Fransayê François Hollande di konferansekî rojnamevanî de îro, 7 Îlonê, got ku, wî ji wezîrê bergîriyê xwastiye ku ji sibe de firokeyên Fransî bi mebesta komkirina agahiyan li ezmana Sûriyê bifirin.

Hollande serbar kir jî, ku ew dixwazin zanibin ka çi li dijî wan amade dibe, herwiha çi bi serê Sûriyan jî dibe.

Ji bo lêdana DAIŞê li Sûriyê, Hollande amaje bi wê yekê kir, ku biryara lêdana DAIŞê li Sûriyê di destê xwe de hêştine û ew merçê wan e, ewê destpêkê agahiyan bidest bixin, piştre jî êrîşan bikin.

Serokê Fransayê tekez kir ku ew ti hêzên bijayî naşînin Sûriyê, tenê dê êrîşên ezmanî bin.

Fransa di çarçova hevpeymaniya navdewletî de beşdariyê di lêdana pêgehên DAIŞê li Iraqê de dike, lê li Sûriyê ti êrîşên ezmanî li dijî DAIŞê nekiribûn.