HDP: Divê demlidest çek bêdeng bibin

“Siyaseta şaşa a AKPê welat ber bi karesatê ve dibe”

HDP: Divê demlidest çek bêdeng bibin
HDP: Divê demlidest çek bêdeng bibin

K24- Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigehîne ku ”welat gav bi gav ber bi karesatê ve diçe. Agir her diçe mezintir dibe” û daxwaza rawestandina demlidest a şer dike.

Detesya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê derbarê şer û pevçûnên li Geliyê Doskê de duh, 7ê Îlonê, daxuyaniyek weşand û daxwaza rawertandina şer kir.

HDPê behsa şer û pevçûnên li Geliyê Doskê ya Geverê kir û ragehand ku ”welat gav bi gav ber bi karesatê ve diçe. Agir her diçe mezintir dibe.”

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku, di vî şerî de leşker û gerîlay û herwiha xelkê sivîl jî dimrin û diyar kir ku polîtîkayên hikûmeta AKPartî dibe sedema dijwarbûna şer.

Di daxuyaniyê de carekdin banga bêdengkirina çekan hate kirin û hate gotin ku ti pirsgirêk nînin ku bi rêya axaftin û diyalogê neyên çareser kirin.

HDP’ê ji hikûmetê jî xwest ku parlemenê bicivîne û bi rêbazên siyaseta demokratîk çareserî  bo pirsgirêkan bêne çareserkirin.