Hunermendên Mexirbê şanogeriyekê bo Alanê Kurdî lidar xistin

Hunermendên Mexribê piştgiriya xwe ji penaxwazên Sûrî re nîşan dan û dîmena mirina Alanê Kurd ku ew li ber qeraxê raketî nimûnandin.

Hunermendên Mexirbê şanogeriyekê bo Alanê Kurdî lidar xistin
Hunermendên Mexirbê şanogeriyekê bo Alanê Kurdî lidar xistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendên Mexribê piştgiriya xwe ji penaxwazên Sûrî re nîşan dan û dîmena mirina Alanê Kurd ku ew li ber qeraxê raketî nimûnandin.

Bêhtir ji 30 hunermend, şanoger û lîstikvanên sînemayê yên Mexribê duh, 7 Îlonê, dîmena mirina Alanê Kurd li qeraxên Tirkiyê nimûnandin û piştgiriya xwe bi penaxwazên Sûriyê re dan nîşankirin. 

Li Ribata paytext hunermendan xwe li ber qeraxê dirêj kirin, dîmena mirina Alanê Kurd lîstin.

Herwiha roja 20 Tebaxê şahê Mexirbê mixabiniya xwe derbarê ferzkirina vîzayê li ser penaberên Sûriyê bo serdana Mexribê anî ziman, sedemên wê yekê jî bo mebestên ewlekarî û tundrewiyê vegerand.

Li gor amarên fermî yên Wezareta Koçberiyê ya Mexribê, 5 hezar û 200 Sûrî li wî welatî ne, jê 4 hezar û 800 penaberî rewşa wan ya qanûnî duristin.

Dîmena şanoya hunermendên Mexirbî ku di nav wan de jî 2 zarok bebûn, 20 xulekan dirêj kir, hejmarek mezin ji geştiyaran li dora wan kom bûn û wêne û vîdyo digirtin.