Li Parîsê konferensa parastina kemîneya  birêve diçe

Kurdên Êzdî, Tirkmen, Xirîstiyan û Sabîea jî beşdarin.

Li Parîsê konferensa parastina kemîneya  birêve diçe
Li Parîsê konferensa parastina kemîneya  birêve diçe

K24- Navenda Nûçeyan

Konferensê navdewletî bo “parastina kemîneyî olî, etnîkî, qurbaniyên teror û tundiyê li Rojhilata Navîn” yên di bin gefa DAIŞê de ne, li Fransayê birêve diçe.

Konferens dê îro, 8ê Îlonê, li paytexta Fransa, Parîsê, bi amadebûna nûnerê 60 welatan, tevî nûnerên rêxistinên ne hikûmî û ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, destpê dike.

Serokê Fransayê François Hollande wê gotara destpêkê bixîwne, piştire dê wezîrê derve yê wî welatî û Wezîrê Derve yê Urdinê karnameya konferensê birêve bibin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Fransayê, armanc ji konferensê “diyarkirina tedbîrên kirdarî yên berçav e” ji bo parastina kemîneyan ji teror û tendrewiya siyasî û kuştin û koçberî û koletiyê, li Sûriyê û Iraq û navçeyên din ên Rojhilata Navîn.

Dawiya konferensê jî dê “karnameyek” yan planeke kar ji bo tedbîrên parastina kemîneyan were derkirin, wek amajeyekê bo Xirîstiyan, Sabîea, Tirkmen û Kurdên Êzdî.

Li gor agahiyên K24ê jî, dê şandek ji Kurdê Êzdî di konferensê de beşdar bin, dê keça Kurd a ku ji destê DAIŞê jî rizgarbûyî (Jiyan) çend xulekan bi amadebûna Hollande biaxive.