Kameron: Firokeyên me 2 çekdarên Brîtanî li Sûriyê kuştine

Firokeyên Brîtanyayê di yekemîn operasyon li Sûriyê de, 2 Birîtaniyên di nav rêzên DAIŞê de şer dikirin, kuştine.

Kameron: Firokeyên me 2 çekdarên Brîtanî li Sûriyê kuştine
Kameron: Firokeyên me 2 çekdarên Brîtanî li Sûriyê kuştine

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Brîtanyayê di yekemîn operasyon li Sûriyê de, 2 Birîtaniyên di nav rêzên DAIŞê de şer dikirin, kuştine.

Serokwezîrê Brîtanyayê David Kameron duh, 7 Îlonê, ragehand ku di êrîşên firokeyên bê firokvan ên Brîtanyayê de “2” Brîtanî ku li Sûriyê di nav rêzên DAIŞê de şer dikirin, hatine kuştin.

Kameron eşkere kir ku, Riyad Xan (21 salî) û Raul Emîn tevî çekdarekî din ji bajarê Reqayê, meha borî di yekemîn êrîşên firokeyên Birîtanî de hatin armanckirin.

Tevî ku Kameron erêkirina perlemantoya bo êrîşên leşkerî li Sûriyê bidest nexistiye, lê got ku, ev êrîş “êrîşên berevaniyê” ne, herwiha rewa ne jî.

Serokwezîrê Brîtanî tekez kir jî ku, Cinêd Husên (pisporê tenknelojiyayê) yê Brîtanî di êrîşeke firokeyên Amerîkî de li Reqayê hatibû kuştin.

Kameron amaje bi wê yekê kir ku, Cinêd Hisên û Riyad Xan du welatiyên Brîtanî ne, hewl didan ku di helkeftên giştî de êrîşî Birîtaniya bikin.