Kurdistan24
Nivîskar
AMNESTY: Nabe PYD bi bihaneya terorê mafên mirovan binpê bike
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) Rêvebriya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê li ser binpêkirina mafên mirovan û girtina sîvîlan bi tohmetên bê belgeh rexne dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) Rêvebriya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê li ser binpêkirina mafên mirovan û girtina sîvîlan bi tohmetên bê belgeh rexne dike.
AMNESTYdi raporekê de ku duh, 7 Îlonê, belavkiriye, rexneyên tund li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê girtin û ragehand, ku rêvebrî “dijberên PYD” û kesan bi tohemta “endamtiya DAIŞê” digre.
Raportê bal kişande ser wê yekê, Rêveberiyên Xweser endamên partiyên dijberên PYD digre, hin ji wan jî salek in di girtîgehê de ne bêyî ku bêne dadgehkirin.
Endama AMNESTYê Lema Feqîh di raportê de amaje bi wê yekê kir ku “Nabe PYDê şerê xwe yê li dijî Terorê bike bihane ji bo mafên mirovan binpê bike.”
Rêxistina Lêborîna Navdewletî eskere dike jî ku, partiyeke Rojavayê Kurdistanê, ku ew binav nekiriye, ji wan re tekez kiriye ku 12 endamên wê di sala 2014an de hatine girtin û bi tohumeta “kirina karên terorê, bêyî hebûna belegyan“ dadgeh kirine.
Lema Feqîh dibêje jî ku “Li Şûna binpêkirina mafên mirovan di bin navê asayiş û rûbirûbûna terorê de, pêwîst e rêvebriya PYD tekez li ser parastina mafên girtiyan bike.”
Li gor rapora AMNSTY “Girtî ji mafê xwe yên sereke wek mafê bergirîkirinê, xwendina belgeyên li dijî wan, dîtina parêzer û endamên malbatên xwe hatine bêpar kirin.”
Li gor raportê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragehandiye ku, dora 400 girtî di zîndanên asayişa wan de hene.
AMNESTIYê got ku ew nizanin ku zîndanine din hebin ku di bin destê YPGê de bin.
Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk di Çileya sala 2014an de li Cizîrê, Efrîn û Kobanê ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ku PYD pêkhateya wê ya serekî ye, ligel çend partiyên din ên Kurdî û pêkhateyên Ereb û Xirîstiyan, hatiye ragehandin.
Ber niha heman rêxistinê çend raportên din jî derbarê binpêkirina mafê mirovan, revandin û girtina sîvîlan derxistibû.