Partiya Keskan a Almanyayê daxwaza çekdanînê ji PKKê dike

Partiya Keskan a Almaniyayê banga danîna çekan ji PKKê kir. Herwiha ji AKPê jî ku pêvajoya aştiyê bidomîne.

Partiya Keskan a Almanyayê daxwaza çekdanînê ji PKKê dike
Partiya Keskan a Almanyayê daxwaza çekdanînê ji PKKê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Keskan a Almaniyayê banga danîna çekan ji PKKê kir. Herwiha ji AKPê jî ku pêvajoya aştiyê bidomîne.

Hevserokê Partiya Keskan a Alman Cem Ozdemîr Îro 7 Îlonê, banga danîna çekan ji PKKê kir û da zanîn ku bikaranîna çekan xisarê dide aştiya civakî û divê çek û tundî neyê bikaranîn.

Ozdemîr got jî divê PKKê bê şert û merc û bi yekcarî dev ji çekan berde û careke din berê xwe nedê çekan. Êdî hemû kes têghêşt ku ev pirsgirêk bi çekan çareser nabe. Lewra çek dibe sedema xetimiyê. Hin alî jî ji vê yekê sûdê werdigrin. Her wiha dostaniya navbera kurd û tirkan jî dikeve xetereyê.

Ozdemîr herwiha bang li AK-Partiyê jî kir ku pêvajoya aştiyê bidomîne û got “Em dixwazin ew riya ku berê hatibû pejirandin divê dîsa destpê bike. Ew bi xwe dest bi gûftûgo û pêvajoya aştiyê kirin. Divê ev rê were bikaranîn. Ger di şûna vê rêyê de çek û tundî were bikaranîn çareserkirina pirsgirêkan dereng dikeve.”

Piştî ku navbera gerîlayên PKKê û arteşa Tirkiyê de şer û pevçûn ji nû ve dest pê kir ji gelek aliyên navnetewî banga danîna çekan û domandina pêvajoya aştiyê hate kirin. Lê heta niha ne PKK ne jî dewleta Tirkiyê di vî warî de ti pêngav navêtin. Berevejî vê yekê şer û alozî her ku diçe zêdetir dibe.