Austrya: Divê Esed beşdarî hevpeymaniya navdewletî bibe

“Esed ne beşek ji çareseriyeke demdirêj e”

Austrya: Divê Esed beşdarî hevpeymaniya navdewletî bibe
Austrya: Divê Esed beşdarî hevpeymaniya navdewletî bibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Austryayê dibêje ku, pêwîst e welatên rojava Beşar Esed beşdarî şerê li dijî DAIŞê bikin.

Sebastian Kurz ku bi serdanekê li Îranê ye duh, 8ê Îlonê, ji rojnamevanan re got: “Pêwîstiya me bi nêrîneke kirdarî ya hevbeş di vî warî de heye, ku Esed beşdarî şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ) bike.”

Kurz da zanîn jî ku, ew nabîne ku dê serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed aliyek ji çareseriyeke demdirêj li wî welatî be. Lê tekez kir ku divê ew di danûstandinên aştiyê yên demlidest de beşdar be.

Her yek ji Amerîka, Brîtana û Fransayê tekez dikin ku, Esed berpirs e li ser derkrina terorê, herwiha berpirs e li ser kuştina sedan hezar kes û koçberî û derbideriya 11 milyon kesê Sûrî ye, lewma her roleke wî di paşeroja wî welatî de red dikin.