Australia tevlî operasyonên li Sûriyê dibe

Serokwezîrê Australiayê dibêje ku welatê wî dê di êrîşên bevpeymaniya navdewletî de li Sûriyê beşdar be û ewên pêşwaziya 12 hezar penaxwazan jî bikin.

Australia tevlî operasyonên li Sûriyê dibe
Australia tevlî operasyonên li Sûriyê dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Australiayê dibêje ku welatê wî dê di êrîşên bevpeymaniya navdewletî de li Sûriyê beşdar be û ewên pêşwaziya 12 hezar penaxwazan jî bikin.

Serokwezîrê Australiayê Tony Abbott îro, 9 Îlonê, di konfiraseke rojnamevanî de ragehand ku welatê wî dê beşdariya xwe di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de berferehtir bike û ewên pêşwaziya 12 hezar penaxwazan ji Sûriyê û Iraqê bikin.

Derbarê beşdariya Australiayê di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de, Abbott da zanîn ku ferehkirina beşdariya wan di êrîşên li dijî DAIŞê de, li ser daxwaza Amerîkayê hatiye, herwiha got jî ku welatê wî dê bi firokeyên A18 û firokeyên alîkariyê beşdar bibe.

Abbott got jî, ku Australia dê 12 hezar penaxwaz û tevî 13 hezar û 750 penaxwazên ku berê wan biryar dabû ku ew ê pêşwaziya wan bikin ji Sûriyê û Iraqê, hemiyan bi awayekî berdewam bicih bikin. 

Abbott amaje bi wê yekê kir ku Australia dê alîkariyên darayî pêşkêşî 240 Sûrî û Iraqiyên li welatên cîran penaber bûne, bike.