Kurdistan24
Nivîskar
Tirkiyê dijberekî Sûrî yê navdar dersînor dike
Desthilatdarên Firokexaneya Atatork guh nedan daxwazên hevpeymaniyê
K24- Navenda Nûçeyan
Desthilatdarên Tirkiyê dijberekî Sûrî yê navdar bi sedeme “hebûna kêmasiyê di belgeyan de” dersînor kir.
Malperên nêzîk ji opozîsyona Sûriyê belav kirin ku, dema ku Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Mihemed Yehiya Mektebî, pêr 7ê Îlonê, ji Hollandayê vedigeriya, desthilatdarên firokexaneya Atatork ew rawestadin, piştire jî dersînor kirin.
Li gor çavkaniyên opozîsyona Sûriyê, bi sedema “hebûna kêmasiyê di belgeyan de” desthilatdarên Tiriyê, Mektebî derkirin.
Tevî ku Hevpeymaniya Oposîzyonê nameyek ji desthilatdarên Tirkiyê re şandibû, lê desthilatdaran nehiştin ku ew derbarsî wî welatî bibe û careke din ew vegerandina Amesterdamê.
Piştî avakirina Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, baregeha wê ya serekî li Tirkiyê hat danîn, herwiha çendîn car jî dijberên hevpeymaniyê rexneya wê yekê lê digrin ku, di bin bandora Enqereyê de biryaran dide.
Mektebî ligel şandeyeke payebilind ji Hevpeymaniya Opozîsyonê bi serdaneke fermî çûbû Hollandayê û ligel rayedarên wî welatî civiya bû.