Kurdistan24
Nivîskar
Idlib bi temamî ji dest rejîma Sûriyê derdikeve
Çekdarên opozîsyona Sûriyê bi temamî firokexaneya Abû el-Dihor a leşkerî li parêzgeha Idlibê kontrol kirin, piştî ku hêzên rejîmê jê derketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên opozîsyona Sûriyê bi temamî firokexaneya Abû el-Dihor a leşkerî li parêzgeha Idlibê kontrol kirin, piştî ku hêzên rejîmê jê derketin.
Çend grûpên îslamî yên çekdar, di nav wan de Eniya Nusrayê duh, 9 Îlonê, piştî şerekî giran, dest danîne ser firokexaneya Abû el-Dihor ya leşkerî li parêzgeha Idlibê.
Firokexaneya Abû el-Dihûr yek ji mezintirîn firokexaneyên leşkerî yên Sûriyê ye, xala dawî ya hêzên rejîma Sûriyê li parêzgeha Idlibê bû, bi girtina firokexaneyê jî ew parêzgeh ji dest rejîmê derketiye.
Ji aliyekî din ve, televîzyona fermî ya Sûrî belav kir ku, “grûpên mêrxas ên ku firokexaneya Abû el-Dihûr diparastin” ber bi xala Mişriq a leşkerî (30 KM ji firokexaneyê dûr e” vekişiyan.
Bi kontrolkirina firokexaneya Abû el-Dihûr, ti navendên rjîmê li parêzgeha Idlibê namînin, ji bilî li her du gundên Şî’î yên dorpêçkirî (Foha û Kefreya) ku hin hêzên Berevaniya Niştimanî û Huzbilaha Libnanî hîn tê de ne.