ÎHD bîlançoya şerê li Tirkiyê belav dike

Komeleya Mafê Mirovan ya Stenbolê (ÎHD) derbarê encamên şerê li Bakurê Kurdistanê de raporek belav kir, li gor agahiyên komeleyê, di nav meh û nîvekî de 50 leşker û polîs û 77 gerîla jiyana xwe ji dest dane û 280 kes jî hatine girtin û 2411 jî binçavkirî ne.

ÎHD bîlançoya şerê li Tirkiyê belav dike
ÎHD bîlançoya şerê li Tirkiyê belav dike

K24- Stenbol

Komeleya Mafê Mirovan ya Stenbolê (ÎHD) derbarê encamên şerê li Bakurê Kurdistanê de raporek belav kir, li gor agahiyên komeleyê, di nav meh û nîvekî de 50 leşker û polîs û 77 gerîla jiyana xwe ji dest dane û 280 kes jî hatine girtin û 2411 jî binçavkirî ne.

Li gor rapora ÎHDê ku duh, 9 Îlonê , li ser rojnamevanan hatiye belvakirin, 280 kes hatine girtin. Di nav kesên ku hatine girtin de zêdetirî endamên HDP û DBP' yî hene.

Di rapora komeleyê de hat diyarkirin ku di nav 2 mehan de bi tevahî sivîl, peywirdarên ewlekariyê û gerîla nêzî 140 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Endamê komîteya rêveber ya HDPê Hulusî Zeybek banga aştiyê kir û wiha pê de çû: "Tirkiye cara yekem e dikeve rewşeke wiha çi pêwîst dike bila bê kirin, eger neyê kirin rewşa Tirkiyê wê xerabtir bibe. Ez bang li Parlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û hemû rewşenbîran dikim bila hewl bidin û çi ji destê wan tê bila bikin da ku ev xwîn nerije.”

Rêvebira ÎHD'ê ya Stenbolê jî Hatîce Kalpakli bang li herdu aliyan (hikûmet û PKK) kir  û got: “bê şert û bê merc dev ji çekan berdin, hikûmet jî bila operasyonan bi dawî bike û banga agirbestê bo PKK bike.”

Di civînê de behsa pêvajoya çareseriyê jî hat kirin û hat ragihandin ku guvaşa li ser Ocalan bê rakirin û ji bo berdewamiya proseya aştiyê ji hikumetê şandeyek bê avakirin.