Kurdistan24
Nivîskar
ÎHD bîlançoya şerê li Tirkiyê belav dike
Komeleya Mafê Mirovan ya Stenbolê (ÎHD) derbarê encamên şerê li Bakurê Kurdistanê de raporek belav kir, li gor agahiyên komeleyê, di nav meh û nîvekî de 50 leşker û polîs û 77 gerîla jiyana xwe ji dest dane û 280 kes jî hatine girtin û 2411 jî binçavkirî ne.
K24- Stenbol

Li gor rapora ÎHDê ku duh, 9 Îlonê , li ser rojnamevanan hatiye belvakirin, 280 kes hatine girtin. Di nav kesên ku hatine girtin de zêdetirî endamên HDP û DBP' yî hene.
Di rapora komeleyê de hat diyarkirin ku di nav 2 mehan de bi tevahî sivîl, peywirdarên ewlekariyê û gerîla nêzî 140 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Endamê komîteya rêveber ya HDPê Hulusî Zeybek banga aştiyê kir û wiha pê de çû: "Tirkiye cara yekem e dikeve rewşeke wiha çi pêwîst dike bila bê kirin, eger neyê kirin rewşa Tirkiyê wê xerabtir bibe. Ez bang li Parlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û hemû rewşenbîran dikim bila hewl bidin û çi ji destê wan tê bila bikin da ku ev xwîn nerije.”
Rêvebira ÎHD'ê ya Stenbolê jî Hatîce Kalpakli bang li herdu aliyan (hikûmet û PKK) kir û got: “bê şert û bê merc dev ji çekan berdin, hikûmet jî bila operasyonan bi dawî bike û banga agirbestê bo PKK bike.”
Di civînê de behsa pêvajoya çareseriyê jî hat kirin û hat ragihandin ku guvaşa li ser Ocalan bê rakirin û ji bo berdewamiya proseya aştiyê ji hikumetê şandeyek bê avakirin.