Xelkê Şirnex û Silopiyê hewla çûna Cizîrê didin

Xelkê bajarê Şirnexê ji bo vekirina dorpêçkirina Cizîrê, li ber avahiya Partiya Gelan a Demokratî (HDP) kom bû û paşê ber bi Cizîrê ve kete rê.

Xelkê Şirnex û Silopiyê hewla çûna Cizîrê didin
Xelkê Şirnex û Silopiyê hewla çûna Cizîrê didin

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Xelkê bajarê Şirnexê ji bo vekirina dorpêçkirina Cizîrê, li ber avahiya Partiya Gelan a Demokratî (HDP) kom bû û paşê ber bi Cizîrê ve kete rê.

 

Xelkê bajarê Şirnexê ji bo vekirina dorpêçkirina Cizîrê, duh 9 Îlonê, li ber avahiya HDPê kom bû, polîsan jî li nêzîkê avahiya Maden Afetê bi wesayitên zirxpoş rê girt. Li ser vê yekê meşvanan ji aliyê xwe ve bi lastîk û beran rê girtin û bi kevir û daran êrîşê polîsan kirin. Polîsan jî bi ava dijwar bersiv da meşvanan. 

 

Li navçeya Silopî jî komek qelebalix xwest bi meşê here Cizîrê. Lê polîsan li ber Otokarê rê girt û li vir jî bi ava dijwar û bombeyê xazê xwest xelkê vegerîne. Li ser vê yekê koma meşvan li ser rê rûnişt û çalakiya xwe encam da.

 

Li navçeya Cizîrê eve hefteyeke derketina derve qedexeye û di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û baskê ciwanên PKKê de pevçûn hene.

 

Herwiha piştî van rûdanan komek mezin ji xelkê Ciyayê Cudî jî ber bi Cizîrê ketin rê.