Noam Chomsky: Divê Tirkiyê û PKK li danûstandinan vegerin

Siyasetên şaş ên Erdogan alozî û şer derxist.

Noam Chomsky: Divê Tirkiyê û PKK li danûstandinan vegerin
Noam Chomsky: Divê Tirkiyê û PKK li danûstandinan vegerin

K24- Navenda Nûçeyan

Bîrmendê navdar û dîrokzan Prof. Dr. Noam Chomsky, hişyarî da û got ku berî salên berê yên tundûtûjiyê bên dubare kirin, divê Tirkiye û PKK li pêvajoya danûstandinê vegerin.

Chomsky duh, 11ê Îlonê,  ji Ajansa Cîhanê re bûyerên vê dawiyê û şerê di navbera Artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de nirxand û tekez kir ku şerê Tirkiyê yê di salên 1990î de li dijî Kurdan “yek ji zilma herî mezin bû.”

Navborî  diyar kir ku di pêvajoya danûstandinên aştiyê de PKKê “pêngavên girîng avêtine” lê niha ev pêvajo nemaye û got: “Divê her du alî hewl bidin da ku vegerin ser pêvajoya aştiyê û pirsgirêkên xwe bi rêbazên aştiyane çareser bikin.”

Noam Chomsky da zanîn ku ligel pêngavên baş “helwêsta dijwar a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bûye sedem ku di 2015ê de ew pêvajo têk biçe.”