Barzanî ji rewşa Cizîr û Silûpiyê “dilteng û dilgiran e”

Divê dewleta Tirkiyê û PKK demildest li prsoeya aştiyê vegerin.

Barzanî ji rewşa Cizîr û Silûpiyê “dilteng û dilgiran e”
Barzanî ji rewşa Cizîr û Silûpiyê “dilteng û dilgiran e”

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê dilgiranî û diltengiya xwe ji bûyerên ku li Cizîr û Silûpiyê diqewimin anî ziman, daxwaz vegera “demlidest” bo proseya aştiyê jî kir.

Ji roja 4’ê Îlonê ve li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê derketina derve qedexe ye. Hatin û çûna nevçeyê jî hatibû ragirtin û hêzên ewlekariya Tirkiyê dorpêça leşkerî danîne ser bajêr, li Silûpiyê jî karên tûndiyê berdewam in.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, di dxuyaniyekê de derbarê dorpêça li ser Cizîr û Silûpiyê û karên tundiyê li her du navçeyên Bakurê Kurdistanê de ragehand ku, tirsa Herêma Kurdistanê ji destpêkê de derketina şer bû û niha jî ew yek diqewime.

Barzanî di daxuyaniyê de, ku duh 11ê Îlonê belav bûye, diyar dike jî ku “şer tenê dibe sedema xwînrêjiyê, herwiha karesatan û qurbaniyan zêdetir dike, tirsa mezin ew e ku ev şer berve kuştin û kuştaran biçe û ev bi xwe, karesatekî mezin e.”

Mesûd Barzanî daxwaz ji dewleta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî kir ku “kûrtir hizir bikin û demlidest vegerine bo ser masa danûstanê û proseya aştiyê destpê bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi encamên berdewamiya şer û pevçûnan kir û da zanîn ku ew yek “tenê rozê aloztir dike û ji bilî zêdekirina hejmara qurbanî kavilkariyê, tu encam jê re nîne.”

Di dawiyê de jî, Barzanî carek din “xemgîniya xwe bo vê xwînrijandin” anî ziman û hevxemiya xwe bo malbatên qurbaniyan ragehand.