Partiyên Bakurê Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji YEyê dikin

Hin partî û saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê derbarê şerê PKK û dewleta Tirkiyê de serdana nûnertiya yekîtiya Ewropayê (YE) li Stenbolê kirin.

Partiyên Bakurê Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji YEyê dikin
Partiyên Bakurê Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji YEyê dikin

K24 – Stanbol

Hin partî û saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê derbarê şerê PKK û dewleta Tirkiyê de serdana nûnertiya yekîtiya Ewropayê (YE) li Stenbolê kirin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (AKP) Mustafa Ozçelîk duh, 11ê Îlonê,  ji peyamnêrê K24ê re da zanîn ku, wan ji bo rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê, pirsa Kurdî û statûya Kurdistanê û pêkanîna aştiyeke mayînde piştgiriya YEyê xwestine.

Herwiha Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK) Sertaç Bucak jî li hemberî şerê PKKê û arteşa Tirkiyê nerazîbûn nîşanda û banga aştiyê kir.

Partiyên Kurdistanî amaje kirin ku nûnerên YEyê serdana wan bi awayeke germ pêşwazî kirine û hevdîtina wan berhemdar derbas bûye. Herwiha ji partiyên Kurdistanî daxwaza berdewamiya danûstandin û gûftûgoyan kirine.